Zurück zur Startseite

Plana me ji bo Bêrlîneke civakî û hezkira jîngehê

Kurtebernameya hilbijartinê ji bo hilbijartinên parlimanî li Bêrlînê di 18`ê. Îlona 2016`an da

Bêrlîn bajarekî herî mezin, bedew û rindik û paytexta kevn û teze ye. Lê gelek ji tiþtên bajarê me ku em ji wan hez dikin li halê jinavçûnê ne. Bêrlîn bi lezeke zêde li halê guherînê ye, lê gel herî zêde tê tenêhiþtin û dûrxistin. Em dixwazin bi siyaseteke civakî nêzikî vê pirsgirêkê bibin.

Vî bajarî hewcetiya xwe bi vejiyandinê ye, aso û pêþeroja bajêr divê xera nebe. Em dewsa lawazkirina binavahiyên gelanî û civakî hema wisa bi sermayedanînê wan xurt dikin, dewsa kêmkirina kedkaran, em xizmetên medenî û sivîl xurt dikin. Em enerjî, avahî, trafîk û xizmetên gelanî ji nû va bipergal û saz dikin. Em hewcedara siyaseteke ciyawaz û dewletî ne ku riya pêkhatina van armanc û xwestekan xweþ bike.

Em dixwazin ku welatî li warê birêkûpêkkirin û teþepêdana bajarê xwe hevkariyê bikin. Em dixwazin ku pêþniyarên we bi awayekî ciddî werin berçavgirtin û derfetên ji bo dêmokrasî û diyaloga rasterast berfireh bibin. Pêwîst e ku berbendên li ser riya giþtpirsînan kêm bibin. Pêwsît e ku imkana pêkanîna giþtpirsînê li tax û navçeyên cûrbicûr were dabînkirin û imkan û derfetên beþdariya giþtî amade bibin. Siyaseta Basta`yê ku heta niha dihatiye sepandin, gerek bi dawî were. Em ê gendeliya li warê siyasetê ji nav bibin. Partiya Çepgiran ji bo zelalkirin û ronîkirina babetên têkildar têdikoþe û tu alîkariya diravî ji aliyê þirket û kompaniyên mezin qebûl nake.

Bajar yê hemi kesan e ku têda evîndariyê dikin, dijîn û dixebitin. Ev bajar divê ku canekî dubare têda were vejiyandin. Divê zindî bibe. Ev kar dikare pêk were. Lê ev karek nine ku bi þevekê pêk were, pêwsît e ku hêdî hêdî be. Ji bo vî karî pêwîstiya me bi piþtgiriya Partiya çepgiran heye. Li hilbiajrtina parlimana Bêrlînê û civatên navçeyî li 18`ê. Îlona 2016`am da, her wiha piþtî wê. Hevrê ligel me bin!

Bêrlîn li halê riziyan û çilmisînê ye. Bi saya bernameyeke sermayedanîna pêþengem di dawî da dixwazin ku ji bo nûjenkirina dibistan û navendên perwerdehiyê, baþtirkirina binavahî û xizmetên civakî, rê û selxên avê, zêdekirina otobûsan û berfirehkirina hesinriyê bixebitin.

Em dixwazin dilniya bin ku bajar ji nû va çalak dibe û bi dirustî dixebite. Û: Em ji bo çareserkirina pirsgirêka bêþolbûna (bêkarbûn) demdirêj û penaberan derfetên teze yên xebatê dabîn dikin, ku ewna dikarin wan bi kar bînin.

Rebentî û belengaziya zarok û kesên temendirêj ciyê þerm û serþûriyê ye! Em li dijî rebentî û belengaziyê têdikoþin. Nabe ku kesek ji bîr bibe. Em dixwazin toreke giþtalî ji bo berhevkirina alîkariyan damezirînin. Derxistin û qutkirina elektirîkê ji bo kesên belengaz pêk tê. Em dixwazin piþta van kesan bigirin. Em dixwazin jiyana li Bêrlînê ji bo hemî kesên ku mafê wan ê jiyanê li vî bajarî heye, pêkan be. Em dixwazin ev koma xwediyê maf û berjewendiyan zêde bibe.

Zêdekirina kirêmal û derxistina xelkê ji taxên ku lê dijîn bûye sebeb ku rûyê rengîn ên `Taxên Bêrlînê` xera bibe. Em hewcedara Malên erzan û kêmbiha ji bo giþtan li hemî taxan in. Kompaniyên avakirina malên bajarî divê ji bo amadekirin û raberkirina malên erzan û bi bihayê minasib ji bo kesên kêmderhat tevbigerin. Em dixwazin hejmara hebûna malan li beþa dewletê di heyama pênc salan da bi qasî ji sedî 25`ê heta 400.000 malî zêde bikin.

Em dixwazin pirsgirêka nebûna kedkarên pêwsît li beþa xizmetên giþtî çareser bikin. Hejmareke kêm a kedkaran li dewleta herêmî ya Bêrlînê divê herî zêde bixebitin. Ji ber wiya ku xebata wan bajêr zindî dadigire, me pewîstiya xwe bi kedkarên zêdetir li nav nivîsgehên þaredariyan, dibistan û avahiyan heye. Em hewcedara taxên xurttir ji bo bajarekî xurtir in.

Xebata baþ pêkan û pêwsît e. Em dixwazin ku beþa dewletê û kisbûkara gelanî ji xwedîpêþeyên herî baþ bin. Nabe ku xebitîn û karkirina demkî û lawaz hebe. Giþt divê ku bikarin jiyana xwe ji riya xebata xwe va bimeþînin. Her viha em dixwazin þol û derfetên xebatê yên beþ dewletê raber bikin ku sûd û berjwendiyên xwe yên hevpar ji bo giþtan hebe.

Perwerdehiya baþ ji bo giþtan herî girîng e. Lewma me li Bêrlînê hewcetiya xwe bi dibistan û navendên baldarbûna rojane ji bo giþt zarokan, bêyî berçavgirtina malbata wan û asta derhata wan heye. Dibistanên giþtalî û mezin ku têda giþt xwendevan xwendekar ji pola yekem heta xwendina navîn bi hev ra dersê dixwînin, nîþan dide ku ev kara divê çawa pêk were. Ewna herî zêde li ber daxwazê ne – lewma pêwsît e ku em zêdetir wan bi kar bînin.

Gerek ku roja îro Bêrlîn dest bi avakirina bajarekî civakî û parêzer û hezkirê jîngehê ji bo pêþerojê bike. Em hewcedara komên pirxebat û çalak her viha xebata bihêz a bajarî li beþa dewletê ne. Tenê bi vê riyê imkana bipergalkirin û birêkûpêkkirina çavkaniya enerjiya pêþerojê heye. Berjewendî û qazanca kompaniyên þexsî û sivîl li vir ne girîng e. Gerek ku dewsa otoban û mezinriyan ku li halê berfirehbûnê ne, riyên guncaw ji bo duçerxesiwarî (bayskilsiwarî) û hatûçûna giþtî werin avakirin. Em dixwazin ku zêdekirina birêkûpêk û berdewam a kirê ji bo otobûs û trenan were rawestandin û li navîndemê, bihayê wan kêm bibe.

Ji bo me Mirovahî û hevgirtîbûn girîng e: Lewma nabe ku penaber li hin deveran bi komkî werin cihkirin, belkê eva mafê wan e wek her kesek din li nav avahiyan bijîn. Em mijara yekkirinê û hevgirtîbûnê bi awayê ciddî berçav digirin û dixwazin ku imkan û derfeta fêrbûna zimên û zêdebûna derfetên xebatê li Almanyayê ji bo penaberan were dabînkirin. Li Bêrlînê ji bo giþtan þûn heye – Bêrlîn dikare vî karî pêk bîne. Em li dijî naziyan, nijadperestan her wiha dûrxistin û tecrîda ji gel têdikoþin.

Eger hûn dixwazin zanyariyên zêdetir li bara Partiya Çepgiran li Bêrlînê werbigirin, bi me ra peywendiyê bigirin an serê li malpera me bidin.